Amadekar: Osman ASLANOĞLU
🏠 Mal

Lêkerkêş

Malpera Kişandina Lêkerên Kurdî Kurmancî

Li lêkerekê bigere

Lêkerekê binivîse an hilbijêre.
Dem û rawe: navên wan bi kurmancî, tirkî û îngilîzî
RaweNavê demêNavên din (çavkanî)TirkîÎngilîzîÇawa çêdibeMînak (çûn / kirin)
Rêbaz: rehên lêkeran çawa hatin dîtin

Her lêkereke kurmancî du reh hene: rehê dema borî (rader bê -in/-n: kirin → kir, çûn → çû) û rehê dema niha (kirin → k, gotin → bêj, dîtin → bîn). Demên niha, bê, daxwazî û fermanî ji rehê dema niha; demên borî ji rehê dema borî tên çêkirin.

Rehê dema borî her tim bi qayde ye. Rehê dema niha bi sê awayan hatiye dîtin:

  • çavkanî di pirtûkên rêzimanê de hatiye nivîsîn (Brahîm Xelîl Taş, Samî Tan, Brûsk Agirî, W. Thackston, Wîkîpediya, Morîstan…).
  • qayde bi qaydeyên rêkûpêk: -andin → -în (xapandin → xapîn), -în, -an, -iyan, -ûn dikevin (xapîn → xap, kolan → kol), -endin → -în (xwendin → xwîn).
  • texmîn ji bo lêkerên kêm, li gorî lêkerên wekhev (mînak -artin → -êr: bijartin → bijêr). Van kontrol bikin.

Lêker ji ferhengeke kurdî–tirkî, ji 30 pirtûkên rêzimanê û ji 10 pirtûkên çîrok û romanan (zêdetirî 660 000 peyv) hatin berhevkirin. Tenê peyvên ku teqez lêker in hatin girtin. Lêkerên hevedudanî (mînak ziyaret kirin, nexweş ketin) di lîsteyê de nînin; ew bi lêkera xwe ya alîkar (kirin, ketin…) tên kişandin.

Ergatîv: Di demên borî de kirdeya lêkera gerguhêz bi cînavên tewandî (min, te, wî/wê, me, we, wan) tê, û lêker li gorî bireserê tê kişandin: min ew dît, min ew dîtin, wî ez dîtim. Ji bo dîtina vê, bireserê ji lîsteya jor biguherîne.

Pêşgir: Di lêkerên bi pêşgir de (ve-, ra-, hil-, da-, der-, wer-, rû-…) di-, na-, ne- dikevin navbera pêşgir û rehê, û bi- nayê: vedikim, venakim, vekim, veke!

Di nivîsên kurmancî de formên cuda jî hene (mînak diavêje / davêje, bihataya / bihata). Li vir forma herî belav hatiye nîşandan; li hin cihan forma din jî bi rengê ronî hatiye nivîsîn.

Çavkanî
#BerhemNivîskarZimanJi bo çi