Amadekar: Osman ASLANOĞLU
🏠 Mal

Kontrola Rastnivîsa Kurmancî

Nivîsê bizeliqîne an pela Word / PDF bar bike: peyvên şaş tên nîşandan û pêşniyar tên kirin.

Nivîsê bizeliqîne an pelekê bar bike

Tê kontrolkirin…

Pela Word piştî rastkirinê bi heman şêwazê (font, sernav, tablo) wek .docx tê daxistin. Ji PDFê tenê nivîs tê girtin.

Kontrola rastnivîsê çawa dixebite?
  • Ferheng ji zêdetirî 500 000 formên peyvan pêk tê: peyvên ferhenga kurdî–tirkî, hemû formên kişandî yên 5 500 lêkeran (ji Lêkerkêşê), û peyvên ku di pirtûkên çîrok, roman û rêzimanê de gelek caran derbas dibin. Ji bo rastnivîsê Ferhenga Rastnivîsînê ji bo Kurdîya Kurmancî û Rêbera Rastnivîsînê jî hatin bikaranîn.
  • Tewandina navdêran (-ê, -î, -a, -ên, -an, -ek, -ekê, -ya, -yên…), peyvên hevedudanî û dariştî (-dar, -ker, -bûn, -kirin, -tî…) bi qaydeyan tên naskirin.
  • Şaş: peyv nayê naskirin û pêşniyareke nêzîk heye – bi taybetî şaşiyên kumikê (i/î, e/ê, u/û), c/ç, s/ş, tîpên tirkî (ı, ğ, ö, ü) û tîpeke kêm an zêde.
  • Nenas: peyv di ferhengê de nîne lê pêşniyareke bawer jî tune – dibe ku term, peyveke biyanî an peyveke kêm be.
  • Ne standard: peyv rast e lê forma wê ya devokî ye; li gorî Ferhenga Rastnivîsînê ji bo Kurdîya Kurmancî forma standard tê pêşniyarkirin (mînak bihn → bêhn, encax → ancax). Ev nîşan dikare were girtin.
  • Rêziman: hin şaşiyên rêzimanê yên ewle tên nîşandan: ergatîv (ez nan xwar → min nan xwar; min çûm → ez çûm), tewandina cînavkan piştî daçekan (ji ez re → ji min re; bi ew re → bi wî/wê/wan re) û ji / jî. Qaydeyên rêzimanê li ser 18 gotarên akademîk û 10 pirtûkên çîrok û romanan hatin ceribandin da ku şaşiyên derewîn kêm bin.
  • Navên taybet (bi tîpa mezin, ne di serê hevokê de) nayên kontrolkirin. Herdu awa jî rast tên qebûlkirin: de/da, re/ra, ve/va û -iyê/-îyê.
  • Bi tikandina li ser peyvekê: pêşniyarekê hilbijêre, bi xwe binivîse, an jî “Paşguh bike” (ew peyv di vê gerokê de êdî nayê nîşankirin). Guhertin li ser hemû cihên heman peyvê tê kirin.
  • Nivîsa te li server nayê tomarkirin; tenê lîsteya peyvan ji bo kontrolê tê şandin.