Hevokê binivîse
Mînak:
Ji bo encamên baştir: hevokên bi rastnivîsa standard binivîse. Pergal li ser qaydeyan dixebite; di hevokên dirêj û aloz de dibe ku şaşî derkevin.
Hevokvekoler çawa dixebite?
- Hêmanên hevokê (li gorî Samî Tan): du hêmanên bingehîn – kirde û pêveber; du hêmanên alîkar – bireser û têrker. Hoker (dem, cih, awa, çendanî) wek cureyekî têrkerê tên nîşandan.
- Lêker: rader, wate, cure (xwerû / dariştî / hevedudanî), gerguhêz an negerguhêz, avaniya lebatî an tebatî, dem, rawe, kes û hejmar, erênî an neyînî tên nîşandan. Bingeh: 5.509 lêker û 412.000 formên kişandî yên Lêkerkêşê.
- Ergatîv: di demên borî yên lêkerên gerguhêz de kirde bi awayê tewandî tê (min, wî, zarokan) û lêker li gorî bireserê tê kişandin; pergal vê yekê li ber çavan digire.
- Hevoka bingehîn û alîkar: hevokên bi ku, heke, eger, dema, gava, ji ber ku, da ku, berî ku, piştî ku, heta ku… dest pê dikin wek hevoka alîkar tên nîşandan, bi cureyê wê (mercî, demî, sedemî, armancî…).
- Lêkera alîkar: hatin (tebatî: hate xwarin), karîn, xwestin, divê. Qertaf: ê / dê / wê (dema bê), di-, bi-, ne- / na-.
- Çavkanî: rêzimanên Samî Tan, Celadet Alî Bedirxan, Îzedîn Mistefa Resûl, Rêbera Rastnivîsînê, Ferhenga Rastnivîsînê û ferhenga kurdî–tirkî.