Amadekar: Osman ASLANOĞLU
🏠 Mal

OCRKurdî

PDF û wêneyên kurdî bixwîne – latînî û erebî, rûpel bi rûpel; bi ferhengê kontrol bike û wek Word daxîne.

Pelê bar bike

📄 PDF an wêne li vir berdean jî bitikîne û hilbijêre · PDF, JPG, PNG, WEBP · gelek pel bi hev re dibe
OCR ji vê peyvê ne bawer eDi ferhengê de tune – bitikîne, pêşniyar bibîneStûr, mezinahî, navend û ser/binê rûpelê ji wêneyê tên texmînkirin.Nivîs tê guhertin: rasterast li ser bitikîne û binivîse.
OCRKurdî çawa dixebite?
  • Pel ji komputera te dernakevin. Xwendin (OCR) bi Tesseractê di geroka te de çêdibe. Tenê peyvên latînî yên xwendî, ji bo kontrola ferhengê, tên şandin – ne wêne, ne pel.
  • PDFên bi gelek rûpelan: rûpel yek bi yek tên xwendin; bi qada "Rûpel" dikarî tenê hin rûpelan hilbijêrî.
  • Kontrola bi ferhengê: peyvên latînî bi ferhenga Kontrola Rastnivîsa Kurmancî (zêdetirî 500 000 form) tên berhevkirin. Peyva ku tune ye bi rengê porteqalî tê nîşandan û pêşniyarên wek e→ê, i→î, s→ş, c→ç tên dayîn. Tiştek bi xweber nayê guhertin; biryar a te ye.
  • Kurdiya bi tîpên erebî (soranî): her peyv hem bi şeklê tîpan (bê xal) hem jî bi ferhengeke soranî (zêdetirî 45 000 form) tê berhevkirin. Xeletiyên OCRê yên eşkere (wek ەی → ئەی, ه‌ → ە, ي → ی) bi xweber tên rastkirin û bi xêzeke kesk a xalxalî tên nîşandan; nivîsa eslî di ser peyvê de xuya dibe û bi tikandinê dikare were vegerandin. Peyvên guman bi rengê porteqalî ne. Çavkanî: forma peyvan ji nivîsên soranî yên çapkirî û lîsteya peyvan a KLPT (Sina Ahmadi, CC BY-SA 4.0).
  • Word – wek eslê: her paragraf, malik û stûn li cihê xwe yê rast ê rûpelê tê danîn; mezinahiya tîpan, nivîsa stûr, nivîsa spî ya li ser paşxaneya tarî û wêneyên rûpelê (logo, çarçove, xêz) wek wêne li paş nivîsê tên parastin. Nivîsa herikbar: ji bo guhertinê hêsantir e; rûpel rêz dibin, ser û binê rûpelê diçin header/footer.
  • Osmanî: nivîsa çapkirî ya tirkiya osmanî (nesx) bi modela tîpên erebî tê xwendin. Her peyv bi ferhenga osmanî (zêdetirî 56 000 madde + peyvên tirkî) tê kontrolkirin: mişkê bibe ser peyvê, xwendina latînî û wate xuya dibin; peyva ku nayê dîtin bi porteqalî û bi pêşniyarên xalan (ب/ت/ن/ی…) tê nîşandan; bişkoka ⇄ Latînî metnê bi tîpên latînî nîşan dide. Hin tîpên taybet, wek ڭ (nûna sağır) û ۀ, carinan wek ك û ة derdikevin. Destnivîs (rik'a, dîwanî) nayê xwendin.
  • Nivîsa bi tîpên erebî: OCR nivîsa erebî/kurdî ya bi tîpên erebî jî dixwîne, lê nivîsa bi hereke (zeber, bin…) û helbesta klasîk hîn bi qelsî tê xwendin. Nivîsa erebî tu car bi xweber nayê rastkirin; tenê cihên guman tên nîşandan.
  • Ji bo encamên baştir: wêneyên zelal û rast (ne xwar), herî kêm 200–300 dpi; ji bo PDFan rûpel bi qasî 300 dpi tên xwendin.
  • Bingeh: Tesseract (tesseract.js) bi modelên kurmancî (kmr), farisî, erebî, tirkî û îngilîzî; PDF.js; ferhenga Rastnivîsê.